Du kolberên Kurd li ser sînorê Newsûdê birîndar bûn

18:11 - 4 Îlon 2022

Roja Yekşçemî 13`ê Xermananê, li ser sînorê bajarê Newsûdê du kolberên Kurd yên bi navên “Îqibal Elîzade” rûniştiyê bajarê Merîwanê û “Perwîz Muradî” xelkê bajarê Selasa Bawecanî, ji ber teqeya rasterast ya hêzên leşkerî yên hikûmeta Îranê birîndar bûne.

Hêzên leşkerî, bi bê agehdarkirina berê û di mewdayek kin de ew herdu kolberên Kurd dane ber golleyan.

Herwisa di vê bûyerê de, Îqibal Elîzade, bi sebeba berketina saçimeyên zêde, çendîn endamên wî birîndar bûne û Perwîz Muradî jî tenê pêyê wî di vê bûyerê de birîndar bûye.

Ew herdu kolberên Kurd bona tedawiyên pîzişkî bo navenda dermanî hatine veguhastin.