Du kolberên Kurd li ser sînorê Çaldiranê hatine birîndarkirin

11:47 - 10 Kanûna Paşîn 2020

Ajansa Kurdopa: Du Kolberên Kurd, bi teqeya rasterast a hêzên leşkerî yên hikûmeta Îranê, bi dijwarî birîdar bûn û bo navendên pizîşkî yên bajarê Wan û Çaldiran yên ser bi Tirkiyê hatine veguhastin.

Pêka rapora ku gihîştiye Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, roja Pêncşemî, 19`ê Befranbarê, Kolberekî Kurd ê bi navê “Mecîd Mezlûmî”, 25 salî û xelkê gundê “Çixûr Kend” a girêdayê devera Çaldiranê, rastî teqeya rasterast a hêzên leşkerî yên hikûmeta Îranê hat û birîndar bû.

Leşkerên hikûmeta Îranê di bilindahiyên sînorê Çaldiranê de, desteyek ji Kolberan dane ber gulleyan û di encamê de, ew kolberê Kurd bi dijwarî birîndar bû.

Zikê wî kolberî, bi dijwarî biîndar bûye û bo tedawiya pizîşkî bo nexweşxaneya bajarê Wan a Tirkiyê hatiye veguhastin.

Her di wê derheqê de, di wan rojên derbasbûyî de, desteyek ji kolberên Kurd di nêzê gundê “Madlo” a girêdayê bajarê Çaldiranê, rastî boseya hêzên leşekî yên hikûmeta Îranê hatin û di encama gullereşandina wan hêzan de, Kolberekî Kurd yê bi navê “Mihemed Miraz” bi dijwarî hate birîndarkirin.

Ew Kolber, ran û pişta wî birîndar bûye û bona tedawiya pizîşkî bo navenda dermanî a Çaldiranê hatiye veguhastin.