Du kolberên Kurd li ser sînorê bajarên Şino û Pîranşehrê hatine birîndarkirin

16:28 - 1 Şibat 2020

Di heyama çend rojên derbasbûyî de, kolberekî Kurd yê bi navê “Welî Gundik Mela” bi sedema teqeya hêzên leşkerî yên Spaha Pasdaran li ser sînorê Şinoyê hate birîndarkirin.

Hêzên Spaha Pasdaran bi bê agehdarkirina berê, teqe li wî kolberê Kurd kirin û ew kolbere, bo tedawiya pizîşkî bo nexweşxaneya bajarê Urmiyê hatiye veguhastin.

Herwisa, hejmarek ji kolberên Kurd li ser sînorê bajarê Pîranşehrê, ji aliyê hêzên leşkerî yên hikûmetî ve rastî gullereşandinê hatin û di encama teqeya hêzên leşkerî de, kolberekî Kurd yê bi navê “Osman Wezîrî”, yê temen 32 salî bi awayekî dijwar hate birîndarkirin.

Ew kolberê Kurd, bi sedema teqeya hêzên leşkerî pişta wî hate birîndarkirin û bo tedawiya pizîşkî bo nexweşxaneya bajarê Urmiyê hatiye veguhastin.

Her di wê derheqê de, roja Yekşemî, 6`ê Rêbendanê du kolberên Kurd yên bi navên “Elî Hadîzade” kurê Beşar, yê temen 22 salî û herwisa “Husên Hadîzade” kurê Cemîl û temen 29 salî, ji aliyê hêzên artêşa Turkiyê ve bi awayekî dijwar hatiye birîndarkirin.