Du kolberên Kurd li ser sînorê bajarê Pawe hatine kuştin û birîndarkirin

20:46 - 4 Tîrmeh (Temûz) 2019
Ajansa Kurdpa: Du kolberên Kurd ên bajarê “Nodşe” bi gulereşandina rasteras ên hêzên leşkerî ên hikumetê, hatine kuştin û birîndarkirin.

Li gorî nûçeya ku gihîştiye Ajansa Nûçegihanya “Kurdpa” yê, êvareya Çarşemî 12`ê Pûşperê, Hêzên leşkerî ên hikumetê, li nêzîk gundê “Hane Germele”, a girêdaya bajarê Nodşe, teqe li hejmarek kolberên Kurd kirin.

Li gorî vê çavkaniya agehdar, li encama gulerandin rasterast ên Hêzên leşkerî ên hikumetê, kolberekî Kurd yê bi navê “Goran Ezîzzade”, kurê Husên û xelkê gundê “Hane Germele” canê xwe jidest da û kolberekî din ê bi navê “Esîr Şapesendî” bi dijwarî birîndar dibe û bo tedaviyên pizîşkî bo nexweşxaneya navendî ya bajarê Pawe hate veguhastin.

Vê çavkaniyê zêde jî kiriye ku: Termê Goran Ezîz zade, bo bajarê Pawe veguhastine û heya niha termê navbirî radestê malbata wî nekirine.

Ew hejmara kolberên Kurd, bi bê agehdarkirina berê, ji aliyê Hêzên leşkerî ên hikûmatê ve rastî gulereşandina rasterat hatine.