Du kolberên Kurd li ser sînorê bajarê Hewreman û Banê hatine birîndarkirin

17:02 - 24 Kanûna pêşîn 2019

Ajansa Kurdpa: Du kolberên Kurd li ser sînorê Bane û Hewramanê bi sedema du bûyerên cuda hatine birîndarkirin.

Li gor rapora ku gihîştiye Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, roja Sêşemî 3`ê Befranbarê, kolberekî Kurd yê bi navê “Se`idulah Mehmûdî” xelkê gundê “Sersol” ya ser bi bajarê Banê bi teqa rasterast a hêzên leşkerî hate birîndarkirin.

Ew kolberî Kurd li ser sînorê “Zile” ya bajarê Banê rastî teqa rasterast ya hêzên leşkerî hat û di encamê de hate birîndarkirin û bo tedawiya pizîşkî bo nexweşxaneyekî hate veguhastin.

Rewşa wî kolberê Kurd bi giştî nebaşe.

Her di vê derheqê de, roja Sêşemî 3`ê Baefranbarê, kolberekî Kurd yê bi navê “Selah Derziyanî” bi sedema ketina xwarê di bilindahiya geviya “Tete” ya ser bi bajarê Hewramanê de bi dijwarî hate birîndarkirin.