Du kolberên Kurd hatin birîndarkirin

22:05 - 20 Gulan 2019
Ajansa Kurdpa: 2 kolberên Kurd yên xelkên bajarê Pîranşarê, bi sedema gullerşandina rasterast ya hêzên leşkerî yên hikûmeta Îranê, bi dijwarî birîndar bûn.

Li gorî nûçeya gihîştî Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, roja Yekşemî, 29`ê Banemera 1398`an (19`ê Gulana 2019`an) 2 kolberên Kurd bi navên Nasir (Cehanbexş) Hisênîpûr û Mihsên Hisênîpûr, û xelkê bajarê Pîranşar, rastî gullereşandina rasterast ya hêzên leşkerî yên hikûmetê hatine û di encamî de bi dijwarî birîndar bûne.

Li gorî gotina çavkaniyeke agehdar, ev du kolberên Kurd, bav û kur in, û li Sîlve a girêdaiy bajarê Pîranşarê rastî gullereşandina rasterast ya hêzên leşkerî yên hikûmeta Îranê hatine.

Li gorî gotina çavkaniyeke agehdar di vê derheqê de, ev 2 kolberên Kurd bo çareseriyên pizîşikî, bo nexweşxaneya bajarê Çomana girêdaiy Herêma Kurdistana Îraqê, hatibûne veguhastin, lê, bi sedema kûrahiya birînên wan, ev bo nexweşxaneya “Emergencey” ya bajarê Hewlêra paytexta Herêma Kurdistana Îraqê veguhastine.

Herwisa vî çavkaniyê zêde kiriye: 2 gulleyên hêzên leşkerî, li pê Nasir Hisênîpûr ketine û yek gulle jî li pê kurê vî, Mihsên ketiye.

Ev 2 kolberên Kurd niha li nexweşxaneya “Emergencey” ya li bajarê Hewlêr,bin çavdêriya pizîşkan de ne.

\"\"