Du kolberên Kurd ên bajarê Pîranşarê hatine birîndarkirin

18:09 - 15 Tîrmeh (Temûz) 2021

Roja Çarşemî 23`ê Pûşperê, kolberekî Kurd ê bi navê “Mûsa Zîbapûr” xelkê bajarê Pîranşarê, bi sedema teqeya hêzên leşkerî yên hikûmeta Îranê, li ser sînorê “Maşkan” ê wî bajarî hate birîndarkirin.

Hêzên leşkerî yên hikûmetê bi bê agehdarkirina berê bi awayê rasterast ew kolbere dabûne ber gulleyan.

“Mûsa Zîbapûr” bo çareseriya pizîşkî bo navenda dermanî ya bajarê Pîranşarê hatiye veguhastin.

Herwisa di vê derheqê de, şeva Sêşemî 22`ê Pûşperê, kolberekî Kurd ê bi navê “Seyîd Rewan Têso” kurê Kemal û xelkê bajarê Pîranşarê, bi sedema teqeya hêzên leşkerî yên hikûmetê li ser sînorê “Birwêşkan” yê ser bi bajarê Baneyê hate birîndarkirin.