Du kolberên Kurd di sînorê bajarên Çaldiran û Baneyê de hatine birîndarkirin

18:19 - 21 Tîrmeh (Temûz) 2020

Roja Duşemî 31ê Tîrmehê, hêzên leşkerî yên hikûmeta Îranê bi bê agehdarkirina berê kolberekî Kurd yê bi navê “Weysî Husênnijad” xelkê gundê “ Sêgirêk” a ser bi bajarê Çaldiranê kirine armanca gulleyên xwe û di encama teqeya hêzên leşkerî de, navbirî bi awayekî dijwar hate birîndarkirin.

Ew kolberê Kurd bo tedawiya pizîşkî bo nexweşxaneya bajarê Van a Bakurê Kurdistanê hate veguhastin û di bin çavedêriya pizîşkî de ye.

“Weysî Husênnijad” xîzandar e û xwedanê sê zaroka ye.

Her di vê derheqê û wê rojê de, kolberekî din yê bi navê “Mikaîl Xusrewî” xelkê bajarê Bokanê û di dema kolberiyê de li ser sînorê bajarê Baneyê bi teqeya hêzên leşkerî yên hikûmeta Îranê bi awayekî dijwar hate birîndarkirin.

Ew kolberê Kurd bo tedawiya pizîşkî bo nexweşxaneya “Selahedîn Eyûbî” a bajarê Baneyê hate veguhastin û di bin çavedêriya pizîşkî de ye.

Roja Yekşemî 29ê Tîrmehê jî, kolberekî ciwan yê bi navê “Ramîn Bilixkanlû” xelkê gundê “Kişmiş Tepe” a ser bi bajarê Makûyê di encama teqeya hêzên leşkerî yên hikûmetê de li ser sînorê bajarê Çaldiranê hate birîndarkirin.