Du kolberên Kurd birîndar bûn

15:15 - 1 Nîsan 2019
Ajansa Kurdpa: Du kolberên Kurd bi sebeba gollereşandina rasterast a hêzên leşkerî yên Hikûmet a Îranê ,li ser sînorên bajarên wekî Nûsûda û Serdeştê birîndar bûne.

Li gorî neçeya ku gihîştiye Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, roja Yekşemî, 11`ê Xakelêweyê (31`ê Adarê), kolberê Kurd yê bi navê Îbrahîm Xoşnûdî” kurê Hesen û xelkê gundê Serde a girêdayî bajarê, Pawe, bi sebeba gollereşandina rasterast a hêzên leşkerî yên hikûmeta Îranê, li ser sînorê bajaroka Nûsûda girêdayî bajarê Pawe bi dijwarî birîndar bûye.

Ev kolberê Kurd ji aliyê hêzên leşkerî yên hikûmetî, yên cihgîr li ser sînorê bajaroka Nûsûdê, rastî gollereşandina rasterast hatine û piştî birîndarbûnê ev bo nexweşxaneya bajarê Pawe veguhastine.

Ji aliyekî din ve, komek ji kolberên din yên Kurd, li ser sînorê bajarê Serdeştê, rastî boseya hêzên leşkerî yên Hikûmeta Îranê hatibûn û di di encama gollereşandina rasterast a hêzên leşkerî de, kolberekî din
yê Kurd yê bi navê Re`ûf Silmanî temen 30 salî û xelkê gundê Wezîne a girêdaiy, bajarê Serdeştê, bi dijwarî birîndar dibe.

Ev kolberê Kurd, piştî vê bûyerê bo tedaviyên pîzişkî ev bo nexweşxaneyekê li bajarê Urmiyê veguhastine û niha di bin çavdêriyên pîzişkî de ye.