Du kolberên Kurd bi teqeya hêzên leşkerî hatine birîndarkirin

16:33 - 16 Adar 2022

Roja Sêşemî 24`ê Reşemê, Du kolberên Kurd ên bi navên “Se`îd Xosrewî” û “Mixtar Şamuradî” xelkên bajarê Selasa Bavecanî, bi teqeya hêzên leşkerî yên hikûmetê li ser sînorê Newsûdê hatine birîndarkirin.

Hêzên leşkerî yên hikûmetê bi bê agehdarkirina berê, teqe li wan du kolberan kirine.

 “Se`îd Xosrewî” bi sedema berkevtina gulleyên hêzên leşkerî yên hikûmetê bi lingê wî birîndar bûye û “Mixtar Şamuradî” di wê bûyerê de destê wî hate birîndarkirin. 

Ew du kolberên Kurd bona tedawiya pizîşkî bo navendên dermanî hatine veguhastn.