Du kolberên Kurd bi sedema teqeya hêzên leşkerî birîndar bûn

18:32 - 7 Îlon 2021

Roja Dûşemî 15`ê Xermananê, du kolberên Kurd ên bi navên “Sidîq Tikabî” temen 55 salî û “Xebat Sadiqî”  temen 20 salî û xelkê bajarê Seqizê, bi sedema teqeya rasterast a hêzên leşkerî yên hikûmetê li ser sînorê “Birwêşkanî” yê ser bi bajarê Baneyê, birîndar bûn.

Hêzên leşkerî bi bê agehdarkirina berê ew du kolberane digel hejmarek din ji kolberan bi awayê rasterast dabûne ber gulleyan.

Ew du kolberane bo çareseriya pizîşkî bo nexweşxaneya “Selahedîn Eyûbî” ya bajarê Baneyê û nexweşxaneya Seqizê hatine veguhastin.