Du kolberên din ên Kurd li ser sînorê Newsûdê bi teqeya rasterast a hêzên Întizamî hatin birîndarkirin

18:27 - 1 Gulan 2022

Roja Şemî 10`ê Banemerê, du kolberên Kurd ên bi navên “Mubîn Hamîdî” xelkê gundê “Dişe” a girêdayê bajarê Pawe û “Felah Ezîzî” xelkê bajarê Selasa Bavecanî, bi sedema teqeya rasterast a hêzên Întizamî ên hikûmeta Îranê hatin birîndarkirin.

Ew du kolberên Kurd bi bê agehdarkirina berê û li mewdayekenêzîk de, ji aliyê hêzên Întizamî ve teqe ji wan hatiye kirin û bo tedawiyên pizîşkî bo navenda dermanî hatine veguhastin.

Di hemen rojê de bi hesabkirina wan du haletan, aliyê kêm şeş kolber bi teqeya rasterast a hêzên leşkerî ên hikûmeta Îranê, li ser sînorê Newsûdê hatine kuştin û birîndarkirin.

Herwisa roja Şemî 10`ê Banemerê, du kolberên nûciwan ên bi navên “Ferhan Mînayî” temen 15 salî û “Ramîn Bawacanî” 16 salî û xelkê bajarê Selasa Bawecanî, bi sedema teqeya rasterast a hêzên leşkerî ên hikûmetê li ser sînorê Newsûdê hatine birîndarkirin.

Her di vê derheqê de, sibêdeha roja Şemî 10`ê Banemerê, kolberekî Kurd ê bi navê “Sefer Subhanî” kurê Heyder, xelkê gundê “Dûrîsan” a girêdayê bajarê Pawe, bi sedema teqeya hêzên leşkerî yên hikûmeta Îranê, li ser sînorê Newsûdê canê xwe jidest da û kolberek din ê bi navê “Ferşîd Qadirzade” xelkê gundê “Dişe” a girêdayî bajarê Pawe, bi sedema teqeya hêzên leşkerî li ser sînorê Newsûdê, hate birîndarkirin.