Du kolber li sînorê Urmiyê bi teqeya hêzên Artêşa Tirkiyê hatine kuştin û birîndarkirin

17:11 - 31 Çirriya pêşîn 2020

Roja Şemî 10`ê Xezelwerê, kolberekî Kurd yê bi navê “Muhsin (Muslim) Qasimî” temen 24 salî, bi sedema teqeya hêzên Artêşa Tirkiyê li ser sînorê Urmiyê canê xwe ji dest da û kolberek din yê bi navê “Muslih Qasimî” temen 21 salî, bi dijwarî hate birîndarkirin.

Hêzên Artêşa Tirkiyê ew du kolberane bi bê berçavgirtina yasayan, teqe ji wan kolberane kirine û di encam de Muslih Qasimî hate birîndarkirin û niha di nexweşxaneya “Colemêrg” ê girêdayê parêzgeha “Hekariy”yê a Bakurê Kurdistanê li jêr çavdêriya pizîşkî de ye.

Ew du kolberane ku birayên hew in, piştî vegerîn ji Bakurê Kurdistanê bo Rojhelata Kurdistanê rastî gullereşandina rasterast a hêzên Artêşa Tirkiyê hatine.

Ew du kolberane kurên Ebdullah û xelkê gundê “Koran” ê girêdayê devera Soma û biradost a bajarê Urmiyê ne.