Du kolber li ser sînorên Bane û Serdeştê hatine kuştin û birîndarkirin

13:22 - 18 Nîsan 2021

Roja Şemî 28ê Xakelêwe, kolberek yê bi navê “Hîwa Qadirî” xelkê bajarê Serdeştê li encama lipeyketina hêzên Leşkerî yên hikûmetê ji bilindahiyên sînorê bajarê Baneyê ve kevte xwarê û canê xwe ji dest da.

Ew kolber ji bilindahiyên sînorî yên “Sardaw” tûşî wê bûyerê bibû û termê navbirî ji aliyê xelkê wê deverê ve, bo bajarê Banê hate veguhastin.

Herwisa kolberekî din yê bi navê hacî “Mîne Alî” xelkê gundê “Doletû” yê ser bi bajarê Serdeştê bi sedema teqeya rasterast a hêzên leşkerî yên hikûmetê, li ser sînorê wî bajarî bi dijwarî hate birîndarkirin.

Di wê bûyerê de dest û piyên wî kolberî bi dijwarî birîndar bûne û bo çareseriya pizîşkî bo yek ji navendên dermanî li bajarê “Qeladizê” li Herêma Kurdistanê hatiye veguhastin.