Du kolber li ser sînorê Serdeştê birîndar bûn

11:47 - 23 Gulan 2020

Roja Pêncşemî, 21`ê Gulanê, hejmarek ji kolberên Kurd, li ser sînorê wî bajarî rastî qullereşandina hêzên leşerî yên binkeya “Bêtoş”ê hatin.

Di encama wê teqeya hêzên leşkerî yên hikûmetê de 2 kolber bi navên “Mensûr Îsma`îlî” 30 salî û xelkê gundê “Baxî” û “Bextiyar Qadiriyan” 32 salî û xelkê gundê “Şelmaş” a girêdayê bajarê Serdeştê birîndar bûn.

Ew 2 Kolberê Kurd bi hegera gullereşandina hêzên leşkerî yên rejîmê bi tundî birîndar bûne.

Ew 2 Kolberên Kurd bona çareserkirina pizîşkiyê bo navenda dermanî ya bajarê Serdeştê hatine veguhanstin.