Du kolber li ser sînorê Newsûdê hatine birîndarkirin

17:28 - 8 Kanûna Paşîn 2022

Şeva Pêncşemî 16ê Befranbarê, du kolber ên bi navên “Fereydûn”, xelkê gundê “Dêbavke”yê ser bi bajarê Revanser û “Sîrûs”, xelkê bajarê Serpêla Zehaw a girêdayê parêzgeha Kirmaşanê, bi sedema teqeya hêzên leşkerî yên hikûmeta Îranê li ser sînorê bajarê Newsûdê hatine birîndarkirin.

Hêzên leşkerî yên hikûmeta Îranê bi bê agehdarkirina berê teqeya rasterast ji wan du kolberan kirine.

 “Fereydûn” û “Sîrûs” di wê bûyerê de bi sedema gulle berkevtina ling û navqeda wan hatiye birîndarkirin.

Ew du kolberane bo tedawiya pizîşkî bo nexweşxaneya “Taliqanî”ya bajarê Kirmaşanê hatine veguhastin.