Du kolber li ser sînorê Newsûdê birîndar bûn

11:44 - 28 Îlon 2021

Sibêdeha roja Duşemî 5ê meha Rezberê, du kolber ên bi navên “Serkewt Keremî” û “Mesûd” xelkê bajarê “Ciwanro”yê bi sedema berbûn ji bilindahiyê li sînorê “Newsûd”ê birîndar bûne.

Ew du Kolberane bi sedema teqeya hêzên leşkerî ên hikûmetê, revîne û tûşî wê bûyerê hatine.

Ew du Kolberane bo tedawiya pizîşkî bo nexweşxaneya “Quds” a bajarê Pawê hatine veguhastin,

Pêka amara tomarkirî li “Navenda Amar a Rêkxirawa Mafê Mirovî ya Kurdpa”yê di heyama 6 mehên destpêka îsal de, 28 kolber li sînorên Kurdistanê canê xwe ji dest dane û herwisa 104 kolber jî birîndar bûne.