Du Kolber li Merîwan û Maku yê de birîndarbûn

11:44 - 17 Şibat 2020

Êwara roja Yekşemî, 27`ê Rêbendanê, Kolberekî Kurd bi navê, “Kamran Qadirî”, xelkê gundê”Serdûş”a girêdayê bajarê Merîwanê, di encama teqeya hêzên leşkerî yên rejîma Îranê de, birîndar bû.

Ew Kolberê Kurd, li gundê “Dole Bî”a bajarê Merîwanê, bi teqeya hêzên leşkerî hatiye birîndarkirin.

“Kamran Qadirî” bo çareserkirina pizişkî, bo nexwşxana “Bû Elî”a bajarê Merîwanê, hatiye weguhastin.

Ji aliyek din ve, di heyamê wan çend rojên derbasbûyî de, Kolberekî Kurd bi navê, “Erkan Ebasî”, li nêzî gundê “Dêbek”a girêdayê bajarê Maku yê, di encama teqeya hêzên rejîmê de, birîndar bûye.

Ew Kolberê Kurd, bê agehdar kirina pêşde, rastî teqeyê hatibû û bo çareserkirna pizîşkiyê, bo nawenda dermanî a bajarê Maku yê hatiye weguhastin.