Du Kolber li encama teqeyên hêzên leşkeriyên Îranê li ser sînorê Baneyê birîndar bûn

12:59 - 19 Tebax 2021

Roja Sêşemî 26`ê Gelawêjê, du kolber ên bi navên “ Xelîl Xalidî “ kurê Ebdula û “ Fireydûn Mihemedzade” kurê Mehmûd xelkê gundê “ Zerwava Xwarê” ser bi bajarê Baneyê, li encama teqeyên hêzên leşkeriyên Îranê  li ser sînorê “ Hengejal”ê birîndar bûne.

Hêzên leşkeriyên Îranê bi bê agehdarkirina berê, teqeya rasterast li wan du kolberan û hejmareke din ji kolberan kirine.

Ew du kolbere bo tedaviya pizîşkî bo yek ji navendên dermanî li bajarê Baneyê hatine veguhastin.