Du kolber li encama teqeya hêzên artêşa Tirkiyê ve hatine kuştin

18:38 - 21 Îlon 2021

Sibêdeha roja Duşemî 29`ê Xermananê, du kolberên Kurd ên bi navên “Alîşan Ehmedî”, temen 15 salî û “Sozdar Ehmedî”, temen 21 salî, xelkê gundê “Koran” ê ser bi devera Soma û Biradosta bajarê Urmiyê, li encama teqeya hêzên artêşa Tirkiyê li ser sînorê wî bajarî, canê xwe ji dest dan.

Hêzên artêşa Tirkiyê, bi bê agehdarkirina berê ew du kolbere digel hejmarekî din ji kolberên bi awayê rasterast  dane ber gulleyan.

Termê wan du kolberane bo bajarê “Colemêrg” ê li bakûrê Kurdistanê hatin veguhastin û heta niha radestî malbata wan nehatine kirin.

Herwisa 8 kolberên xelkê gundê “Koranê” ji aliyê hêzên artêşa Tirkiyê ve hatine binçavkirin.