Du kolber li Banê û Çaldiranê hatine birîndarkirin
Ajansa Kurdpa: Du kolberên Kurd ên xelkê Bane û Çaldiran, bi gullereşandina rasterast a hêzên leşkerî hatine birîndarkirin.
Pêka nûçeya ku gihîştiye Ajansa Nûçegihaniya “Kurpa”Yê, roja Sêşemî, 3`ê Befranbar koklberekî Kurd ê bi navê “Ezîz Ezîz” û kurê “Derwêş Husên” û xelkê gundê “Binejaj” a ser bi bajarê Banê li ser sînorê wî bajarî bi gullereşandina rasterast a hêzên hikûmetê hate birîndarkirin.
Ew kolberê Kurd, li gundê “Gumane” li ser sînorê Çoman a ser bi bajrê Banê, rastî hêzên leşkerî hatiye û di encamê de ji aliyê hizên leşkerî ve hatiye birîndarkirin.
Ew kolbere di wê bûyerê de bi dijwarî hatiye birîndarkirin û bo tedawiya pizîşkî bo nexweşxanê hatiye veguhastin.
Ji aliyek din ve û di bûyerekî wekî wî bûyerê de, kolberekî din ê bi navê “Efşîn Elayî Heyderanlû”, yê temen 23 salî û xelkê gundê “Taqî” a ser bi bajarê Çaldiranê, bi gullereşandina hêzên hikûmetê hatiye birîndarkirin.
Ew kolbere bi sedema ku gulle li serê wî ketiye û heya niha jî di nexwşxanê de ye û nehatiye ser hişê xwe.
Hêzên leşkerî yên hikûmeta Îranê bi bê agehdarkirina berê û bi şika hilgirtina tiştên qamçax ew kolberane kirine armancên gulleyê xwe û birîndar kirine.