Du kesan di Kurdistanê de dawî bi jiyana xwe anîn

Roja Çarşemî 1 ê Tîrmehê, nugihanekî xelkê gundê Tewrîver yê bi navê “Şaxevan Rostemî” bi sedema pirskirikên malbatî ve û di rêya xwe xendiqandinê ve dawî bi jiyana xwe anî.

Temenê wî nugihane 12 sal bû û qutabiyê sala 6 a qonaxa destpêkî bû.

Ji aliyekî din ve, mêrekî temen 50 salî, xelkê bajarê Bokanê, bi awayekî nexuya û li rêya xwe xendiqandinê ve, dawî bi jiyana xwe anî.

Ew bûyere, serê sibeya îro, di parka Mihemediye a bajarê Bokanê de qewimiye.