Du kes ji binçavkiriyên rêûresma Newrozê bi sozdana nivîskî hatine azadkirin

17:42 - 24 Adar 2022

Roja Çarşemî 3`ê Xakelêweyê, “Behram Behramî û Tahire Şimşekî”, ji binçavkiriyên rêûresma Newrozê li parka zarokan (parka Newroz) a bajarê Sineyê bi vergirtina soza nivîskî ji wan, ji aliyê hêzên ewlehî ve ji girtîgehê hatine azadkirin.

Ew jin û mêre roja Duşemî 1`ê Xakelêweyê, li meşa rêûresma Newrozê di parka zarokan (parka Newroz) a bajarê Sineyê de ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibûne binçavkirin.

Hêzên ewlehî û dije şoreş roja Duşemî 1`ê Xakelêweyê li parka zarokan, êrîş kiribûne ser rêûresma Newrozê û hevla binçavkirina bi kom a welatiyan dabûn.