Du kes ji binçavkiriyên rêûresma Newrozê bi danîna barimteyê hatine azadkirin

18:30 - 29 Adar 2022

Îro Sêşemî 9`ê Xakelêweyê, “Sohrab Celalî û Cemal Esedî” ji binçavkiriyên rêûresma Newroza parka zarokan bi danîna barimteyê ji girtîgeha bajarê Sineyê hatine azadkirin. 

Ew du welatiyên Kurd bi danîna barimteyê bi awayek demkî heta bi dawîhatina qonaxên dadresiyê ji girtîgeha bajarê Sineyê hatine azadkirin. 

Roja Duşemî 1`ê Xakelêweyê, hêzên ewlehî û dije şoreş êrîşî ser rêûresma Newrozê li parka zarokan a bajarê Sineyê kiribûn û “Sohrab Celalî û Cemal Esedî” ji birêveberên wê rêûresmê binçavkirin.