Du Kedkarên Kurd bi 12 Mehan Hepsê hatin mehkûm kirin

15:09 - 13 Nîsan 2013
Ajansa Kurdpa: Du Kedkarên Kurd yê xelkê bajarê Sinê bi 12 mehan Zîndanê hatin mehkûm kirin.

Şerîf Saêdpena û Mizefer Salihniya endamên “Yeketiya Azad a Kedkarên Îranê”, her yek ji wan ji aliyê çiqa 10 a Dadgeha Înqilaba bajarê Sinê 6 mehan girtîgehê hatin mehkûm kirin.

Şerîf û Mizefer du kedkarên Kurdin ku berwar 23’ê Şibata 2011’an bi tawana “bêrêzî kirin bi dewletê” hatine dadgehî kirin û hûkmê han bi ser wan de hatiye sepandin.

\"11983.jpg\"
Malpera “Yeketiya Azad a Kedkarên Îranê bilav kir, ew du kedkarane roja 4’ê Şibata 2011’an ji aliyê hêzên Îttlatî hatibûn girtin û piştî du heftiyan hatibûn azad kirin.

Ji aliyk din “Pûriya Ferazmend” wêblag nivîsê xelkê bajarê Kirmaşanê li dema serdana xwe bo zanîngeha wî bajarî,ji aliyê hêzên Îttlatî yên Komara Îslamiya Îranê hat girtin.

navbirî endamê çalak yê bilavoka Xwendekarî “Sîxurme”bûye û bi gotina xwendekarên vê zanîngehê tenê hin gazindên siyasî di wêblaga xwe de bilav kirine.

Her wiha Adil Celalî zîndaniyê siyasî yê Kurd, berwar 17’ê Adara 2013’an seva nerazîbûn bi xoyanebûna dosiyaya xwe li zîndana Urmiyê dest bi grieve kiribû, piştî 11 rojan,seva qewlê karbidestên girtîgehê ku dê dosiyeya vî rûn bikin,dawî bi gireva xwe anî.

girtiyê Kurd Adil Celalî ku rûniştiyê bajarê Tehranê ye,di meha Çiriya Pêşîn a 2011’an li bajarê Makoyê hatibû girtin û paşê tawan vî “xebat li dijî tenahiya netewî û bêrêzî kirin bi pîroziyan”hatibû ragehandin.

Navibrî 8 mehan di Îttlata bajarê Makoyê di bin lêkolîna hêzên Îttlatî de bû û piştre bi salan zîndanê hatibû mehkûm kirin,lê heya niha seva bêrêzî kirin bi pîroziyan nehatiye dadgehî kirin.