Du kasibkar ên xelkê Merîwanê hatine kuştin û birîndarkirin

17:16 - 3 Kanûna pêşîn 2019

Ajansa Kurdpa: Li encama gullereşandina hêzên leşkerî yên hikûmetê li bajarê Merîwanê, kasibkarek canê xwe ji dest da û kasibkarekî din jî hate birîndar kirin.

Pêka rapora ku gihîştiye Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, roja Duşemî 11`ê Sermawezê, kasibkarekî Kurd yê bi navê “Mehdî Yûsifî”, xelkê gundê “Mêrge Dirêj”a girêdayê bajarê Merîwanê, bi sedema gullereşandina hêzên leşkerî yên hikûmetê, canê xwe ji dest daye, û kasibkarekî din ê bi navê “Ye`iqûb Rizayî”, hatiye birîndar kirin.

Hêzên leşkerî yên hikûmetê, bi bê agehdarkirina berê, li nêzîkî gundê “Sawcî” a ser bi bajarê Merîwanê, teqe li wan 2 kasibkarên Kurd kirine.

Pêka gotina çavkaniyekî agehdar, “Mehdî Yûsifî” bi hegera gullereşandina hêzên leşkerî yên hikûmetê, di cîde canê xwe ji dest daye, û “Ye`iqûb Rizayî”, bo tedawiya pizîşkî, bo navenda pizîşkî ya bajarê Merîwanê hatiye veguhastine.

Hatiye gotin ku, hêzên leşkerî yên hikûmetê, di demek de teqe li wan kasibkarên Kurd kiriye ku, ti tiştên qaçax bi wan re tune bûye.