Du karkerên binçavkirî di şert û mercên dijwar de dijîn

16:33 - 13 Nîsan 2015
Ajansa Kurdpa:Du kes ji çalakvanên karkerî li rojhilatê Kurdistanê ku ji aliyê hêzên ewlekarî ên ser bi hikumeta Îslamiya Îranê ve hatine binçav kirin, di rewşake nebaş a teduristî de jiyan dikin.

Li gor raporta ajansa nûçegihaniya kurdpa, îdareya navenda Ewlekarî (Îtilaat) a Sineya rojhilatê Kurdistanê, çalakvanekî karkerî yê bi navê Nizam Sadiqî, bi navendeke ewlekarî a bajarê kamyaranê veguheztiye.

Ew hemwelatiyê Kurd roja 8`ê nîsana evsal li sine hatibû binçav kirin.
\"25958.jpg\"
Nizam Sadiqî û Kurûş Bexşende du çalakvanên kurd ên karkerî yên binçavkirî
Ji aliyekî din ve Kurûş Bexşende –Çalakvanê Kurd yê karkerî li Sineya rojhilatê Kurdistanê, rewşa tenduristiya wî giran hatiye ragihandin ku bi derbaz bûna nêzî çileyekî bi ser binçav kirinê re, hîna çarenivîsa wî nehatiye zelal kirin.

Navborî ku ji aliyê hêzên ewlekarî ên bi kincên şexsî ve hatibû binçav kirin, pêştir neştergeriya dil (cerahî qelb) bi wî re hatiye encamdan, jibervê di rewşeke tenduristiya dijwar de dimîn e.

Kurûş Bexşende ji endamên Komîteya Hemahengî a alîkar bo Sendîkaya Karkerî li Sineya rojhilatê Kurdistanê ye.