Du hevwelatiyên Kurd hatine desteserkirin

15:56 - 9 Nîsan 2019
Ajansa Kurdpa: Du hevwelatiyên Kurd yên xelkê bajarê Bokanê hatine desteserkirin.

Li gorî nûçeya ku gihîştiye Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, roja Şemî 17`ê Xakelêwey(6`ê Nîsan)`ê, Du hevwelatiyên Kurd yên bi navên “Mihemed Eylasî” û “Hîva Qurbanî” yên xelkê gundê “Qeregul” a girêdayî bajarê Bokanê, bo binkeya “Qere Mosalî” hatine gazîkirin û her wir jî hatine desteserkirin.

Li gorî çavkaniyeke agehdar, ew Du hevwelatiyên Kurd piştî desteserkirin bo girtîgeha bajarê Bokanê hatine veguhastin.

Wê çavkaniya agehdar daye xuyakirin, ew Du hevwelatiyên Kurd bi tohmeta “alîkarîkirin di gel yek ji partiyên Kurd yên Opozîsiyona Hikûmeta Îranê” hatine desteserkirin.

Li dema desteserkirina wan herdu hevwelatiyên Kurd, heya belavbûna vê nûçeyê, tu zanyariyek derheq qedera wan du hevwelatiyên Kurd, ber dest nîne.