Du hepsiyên siyasî yên Kurd bo benda Lawan a girtîgeha Urmiyê hatine weguhastin

11:55 - 17 Şibat 2020

Roja Yekşemî, 27`ê Rêbendanê, 2 hepsiyên siyasî yên kurd bi navên “Kamiran Derwîşî û Siyamek Eşrefî”, ji benda hepsiyên siyasî a girtîgeha Urmiyî bi benda Lawan a wê girtgehê hatine weguhastin.

Bi gotina çavkaniyekî agehdar, ew 2 hepsiyên Kurd, li roja 26`ê Rêbendanê, dest bi mangirtinê kirinbûn û berpirsên girtîgehê, bi hêceta cîbecî kirina xwestên wan û berdana wan, ew bo benda Lawan a girtîgehê, weguhastine.

Herwisa wê çavkaniyê got: ” Benda Lawan a girtîgeha Urmiyê, rewşeke pir dijvar heye û armanc ji weguhastina wan 2 hepsiyên Kurd, dawî anîn bi mangirtina wan bûye”.

“Siyamek Eşrefî”, li roja Sêşemiyê, 1`ê Rêbendanê, man ji xwarinê girtibû

Herwisa “Kamiran Derwîşî”, li 13`ê Banemer a sala 1395`an, li bajarê Urmiyê, ji aliyê hêzên Îtila`atê ve, hatibû desteserkirin û bo heyamê 2 mehan, di girtîgeha “para hewalgirî”a Îdareya Îtila`atê de, li bin lêkolînê de bûye.

Ew hepsiyê siyasiyê Kurd, li sala 1390`an de, bi tohmeta “Endambûn di yeyek ji Partiyên Kurd yên Opozîsiyon a rejîma Îran”ê, 6 sal heps li ser de hatibû sepandin.