Du hepsiyên Kurd piştî dawî hatina heyama hepsa wan hatine azadkirin
21:28 - 24 Şibat 2020
Di heyama çend rojên derbasbûyî de, du hepsiyên Kurd yên bi navên “Iqbal Qubadî û Hîwa Nedîmî” yên xelkê bajarê Kamyaranê piştî dawî hatina heyama hepsa wan di girtîgeha bajarê Sineyê de hatine azadkirin
Ew du welatî yên xelkê bajarê Kamyaranê bi tohmeta “alîkarîkirin digel yek ji Partiyên dijberî hikûmeta Îranê” bi du sal hepsa te`izîrî hatibûne cezadan.
“Iqbal Qubadî û Hîwa Nedîmî” roja Çarşemî 15`ê meha Xermanan a sala 1396`an bi tohmeta “alîkarîkirin digel yek ji Partiyên dijberî hikûmeta Îranê” ji aliyê hêzên Îtila`atê ve hatibûne binçavkirin.
Ew du welatiyên Kurd di heyama hepsa xwe ya demkî de ji “pêwendiya telefonî, pêwendîgirtin digel malbatên xwe û dest pêragihîştina parêzer” bêpar bibûn.