Du hemwelatiyên Kurd li Selmasê hatin binçavkirin

14:34 - 29 Nîsan 2015
Ajansa Kurdpa: Du hemwelatiyên kurd li Selmas (Dîleman) a Urmiyeya rojhilatê Kurdistanê, ji aliyê hêzên ewlekarî yên ser bi hikûmeta Îslamiya Îranê ve hatin binçav kirin.

Li gor raporta ajansa nûçegihaniya Kurdpa, welatiyê Kurd yê bi navê “Pêjman Mamedî” xelkê Îslamabada Selmas (Dîleman) ê, ji aliyê Îtilaata wî bajarî ve hat binçav kirin û bi dûre ew bo zindana navendî ya Urmiyê veguhestin.

Her girêdayî vê mijarê, Muherem Elxanî-Hemwelatiyê din yê Kurd jî li Selmasê, ji aliyê hêzên ewlekarî yên ser bi hikûmeta Îranê ve hat bin çav kirin û bo zindana Urmiyê hat veguheztin.

Heya dema belavbûna vê nûçeyê, ji sedemên binçav kirin û girtina wan hemwelatiyan zaniyariyek bidest neketiye.

Duh çalakvanekî karkerî di hevpeyvînekî lihgel ajansa nûçegihaniya Kurdpa ragihand: Binçav kirin û girtina hemwelatiyan di nêzbûna roja Cîhanî ya Kerker de, ber bi zêde bûnê ve diçe. Herwiha wî ev yek wek zext û givaşeke sîstematîk a navendên hikûmetî li ser hevwelatiyan destnîşan kir.