Du girtiyên siyasî yên Kurd ji veguhastin bo nexweşxaneyên derveyî girtîgehê hatine bêparkirin

18:30 - 18 Hezîran 2022

Du girtiyên siyasî yên Kurd û xelkê bajarê "?ino" yên bi navên "Ezîz Qadirtac û Kemal Quytasî" li girtîgeha bajarê "Nexed"ê rastî ê?a pi?t û zendê hatine û ji veguhastin bo nexwe?xaneyên derveyî girtîgehê hatine bêparkirin.

Pêka nûçeya ku gihî?tiye bi Ajansa Nûçegihaniya "Kurdpa"yê, li girtîgeha "Nexed"ê du girtiyên Siyasî bi sedema pi?it ê?e û azara zendên xwe ji aliyê berpirsên girtîgeha "Nexed"ê ve ji veguhastin bo nexwe?xaneyên derveyî girtîgehê hatine bêparkirin. 

Herwisa wê çavkaniya agehdar daye zanîn: "Ezîz Qadirtac û Kemal Quytasî, di girtîgehê de li ser erdê dirazên û berpirsên girtîgehê textên razanê bo wan dabîn nakin."

Roja Sê?emî 24ê Cozerdanê, "Kemal Quytasî û Ezîz Qadirtac" du girtiyên siyasî yên Kurd û xelkê bajarê "?ino"yê ji girtîgeha wî bajarî bo girtîgeha bajarê "Nexed"ê hatibûne veguhastin. 

Roja ?emî 7ê Cozerdanê, "Kemal Quytasî" pi?tî gazîkirin bo taya cîbîcîkirina cezayan ya dadgeha ?ore? li bajarê "?ino" hate binçavkirin û bo cîbicîkirina cezayê xwe bo girtîgeha wî bajarî hatibû veguhastin. 

Ew welatî bi tohmeta "endambûn û hevkarîkirin digel yek ji partiyên Kurdî" ji aliyê taya 1 a dadgeha ?ore? a bajarê ?inoyê bi serokayetiya dadwer "Rizayî" bi sê sal girtîgeha te`izîrî hatibû cezadan û ew cezaye jî roja Yek?emî 7`ê Xakelêweyê bi navbirî re hatibû ragihandin.

Herwisa, roja Pênc?emî 5`ê Cozerdanê, "Ezîz Qadirtac" mamosteyê dibistana destpêkî ya gundê "Nerzîwê" yê bajarê ?inoyê, pi?tî gazîkirin bo dadgeha ?ore? a wî bajarî hate binçavkirin û bona cîbicîkirina cezayê xwe bo girtîgeha wî bajarî hate veguhastin.

Ew mamosteyê Kurd ji aliyê taya 1 a dadgeha ?ore? a bajarê ?inoyê bi serokayetiya dadwer "Rizayî" bi tohmeta "endambûn û hevkarîkirin digel yek ji partiyên Kurdî" bi sê sal girtîgeha te`izîrî hatibû cezadan û ew cezaye jî roja Yek?emî 7`ê Xakelêweyê bi navbirî re hatibû ragihandin.