Du girtiyên siyasî û olî ji girtîgeha bajarê Urmiyê hatine azadkirin

17:56 - 20 Kanûna Paşîn 2021

Îro Çarşemî 1ê Rêbendanê, du girtiyên siyasî û olî yên Kurd yên bi navên “Husên Ebdulahzade û Silêman Xîredest” ji girtîgeha navendî a bajarê Urmiyê hatine azadkirin.

Azadiya wan du girtiyên siyasî û olî bi awayekî zû û piştî dewrana mehemekirina wan bûye.

“Husên Ebdulahzade” temen 32 salî kurê Ebûbekir û xelkê bajarê Şinoyê ji aliyê taya 2 ya dadgeha şoreş a bajarê Urmiyê ve bi yek sal û çar meh girtîgeha teizîrî hatibpû cezadan.

Ew girtiyê siyasî 8ê Banemera îsal bi bê hebûna ti belgeyek yasayî bi tohmeta “hevkarîkirin digel yek ji Partiyên Kurdî yên dijberê hikûmeta Îranê” ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû binçavkirin û 10ê banemerê bo girtîgeha bajarê Urmiyê hatibû veguhastin.  

Ew welatiyê xelkê bajarê Şinoyê piştî 14 rojan ragirtin li girtîgeha bajarê Urmiyê di taya 2 ya girtîgeha şoreş a bajarê Urmiyê de hatibû cezadan.  

Dadgehê ew welatiye bi tohmeta “hevkarîkirin digel yek ji Partiyên Kurdî yên dijberê hikûmeta Îranê” bi yek sal girtîgeha teizîrî û bi tohmeta “hatûçûna neyasayî li ser sînor” bi çar meh girtîgeha teizîrî ceza dabû.

Cezaya wî welatiyê bi teslîmkirina dengan bi 10 meh girtîgeh hatibû kêmkirin. Ew welatiyê Kurd di demaq dadresiyê de ji “destpêregihîştina bi parêzer” bê par bû.

“Silêman Xîredest” temen 34 salî xelkê gundê “Daşbend” ê ser bi bajarê Bokanê, Xermanana îsal li taya 2 ya dadgeha şoreş a bajarê Urmiyê bi serokayetiya dadwer “Şêxlû” bi tohmeta “piropagende li dijî nizamê bi qazancê girûpên olî” bi yek sal girtîgeha teizîrî hatibû cezadan û ew cezaye bi teslîma dengê dadgehê 9 meh cezaya wî hatibû kêmkirin.

Ew çalakvanê olî Banemera îsal bi bê hebûna ti belgeyek yasayî ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû binçavkirin û bo heyama 52 rojan li girtîgeha îdareya Îtilaata bajarê Urmiyê di bin lêkolînê de bû û piştî bi dawîhatina heyama lêkolîna wî bo girtîgeha bajarê Urmiyê û piştre bi danîna barimteyê bi awayekî demkî hatibû azadkirin.

Ew çalakvanê olî 12ê Rezberê bo cîbicîkirina cezaya xwe bo girtîgeha bajarê Urmiyê hatibû veguhastin.