Du girtiyên siyasî bo girtîgeha vekirî hatine veguhastin

18:20 - 26 Tîrmeh (Temûz) 2021

“Bapîre Berze” û Keywan Nijadresûl”, du girtiyên siyasî yên xelkê bajarê Pîranşehrê bo girtîgeha vekirî hatin veguhastin.

Piştî qebûlkirina berpirsên dadwerî digel daxwazkariya wan du girtiyên siyasî li derheq veguhastina wan bo ji girtîgeha daxistî bo girtîgeha vekirî, ew bo girtîgeha vekirî hatine veguhastin.

Ew du girtiyên siyasî heyama girtîgeha xwe di girtîgeha bajarê Nexedeyê de derbas dikirin.

Roja Sêşemî 1`ê Rezbera sala 1399`an, “Bapîr Berze” bo derbaskirina heyama girtîgeha xwe, xwe bi girtîgeha bajarê Nexedeyê dabû nasandin û herwisa “Keywan Nijadresûl” 9`ê Reşemeya heman salê, bo derbaskirina heyama girtîgeha xwe bo girtîgeha bajarê Nexedeyê hatibû veguhastin.

Gelawêja sala 1399`an, cezaya girtîgeha wan du welatiyan li taya 1 a dadgeha pêdaçûna bajarê Urmiyê, bo her yek ji wan ji 4 sal girtîgeh bo 2 sal û 6 meh girtîgeh hate kêmkirin.

Kêmkirina girtîgeha te`izîrî ya wan du girtiyên siyasî bo cîbicîkirina pesendkirî ya meclîsa Şêwreya Îslamî li derheq kêmkirina cezaya girtîgeha te`izîrî rû daye û dosyeya wan ji taya 1 a dadgeha pêdaçûnê ya bajarê Urmiyê bo careke din hatibû gengeşekirin.

Pûşpera sala 1398`an, cezaya 8 meh girtîgha “Bapîre Berze”, li ser sikalaya Wezareta Îtila`atê li taya yek a dadgeha pêdaçûna bajarê Urmiyê, bo 4 sal girtîgeh hatibû zêdekirin.

Herwisa cezaya “Keywan Nijadresûl” ji 5 sal bo 4 sal hatibû kêmkirin.

Meha Rêbendana sala 1398`an, “Bapîr Berze” ji aliyê taya 102 a dadgeha keyferî ya duya Pîranşarê bi tohmeta “hevkarîkirin digel yek ji partiyên Kurd ên dijberê hikûmeta Îranê” bi 8 meh girtîgehê hatibûne cezakirin û piştî sepandina wê cezayê bi danîna barimteya 220 milyon Tumenî bi awayekî demkî hatibûne azadakirin.

Navbirî meha Sermaweza sala 1398`an, ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû binçavkirin û bo lêpirsînê bo girtîgeha Îtila`ata bajarê Urmiyê hatibû veguhastin.

“Keywan Nijadresûl” roja Duşemî 19`ê Sermaweza sala 1397an, bi tohmeta “endambûn û hevkarîkirin digek yek ji partiyên Kurdî yên dijberê hikûmeta Îranê”, ji aliyê Îtila`ata Spahê ve hatibû binçavkirin û meha Rêbendana heman salê ji aliyê taya 102 a dadgeha keyferî ya duya Pîranşarê bi heman tohmet, bi 5 sal girtîgeh hatibû cezadan.