Du girtiyên Kurd di girtîgeha navendî ya Urmiyê de hatine îdamkirin

13:31 - 3 Tîrmeh (Temûz) 2021

Sibêdeha roja Şemî 12`ê Pûşperê, cezaya îdamkirina du girtiyan ên bi navên “ Nasir Azmûde”xelkê gundê “Qolincî” yê ser bi devera Enzel a ser bi bajarê Urmiyê, û “ Şehriyar Emîrî “ kurê Mîr Sultan û xelkê bajarê Şinoyê, di girtîgeha navendî ya bajarê Urmiyê de bi rê ve birin.

Ew du girtiyên Kurd, berê ji laiyê dezgeha Qezayî ve bi tohmeta “madeyên hişber” bi îdamê hatibûne cezadan.

Termê wan du girtiyane radestî malbatên wan kirine.

Heya niha nûçeya îdamkirina wan du girtiyên Kurd ji aliyê nûçegihaniyên fermî ên rejîma Îranê ve nehatiye ragihandin.

Her di vê derheqê de roja Çarşemî 9`ê Pûşperê, girtiyekî Kurd ê bi navê “ Mihemedtahîr Silêmanî” temen 65 salî û xelkê Dizê yê li devera Mirgewer a ser bi bajarê Urmiyê, di girtîgeha Mihabadê de hate îdam kirin.

Mihemedtahîr Silêmanî, sê salan berî niha bi tohmeta “madeyên hişber”hatibû binçavkirin û ji aliyê dezgeha Qezayî ve bi îdamê hatibû ceza dan.