Du girtî li girtîgeha navendî ya bajarê Urmiyê hatine îdamkirin

17:54 - 18 Tîrmeh (Temûz) 2021

Sibêdeha Roja Yekşemî 27`ê Pûşerê, cezaya îdamkirina du girtiyan ku berê bi tohmeta “kuştina bi zanebûn” bi îdamkirinê hatibûne cezakirin, li girtîgeha navendî ya bajarê Urmiyê hate cîbecîkirin.

Nûçegihaniya “Hêrana”yê  nasnameya wan du girtiyan ên bi navên “Babek Eslanî” û “Mohsin Îsfehanî”, ragihandiye ku, li roja Înê 25`ê Pûşperê bo cîbecîkirina cezaya wan bo odeyên take kesî yên girtîgeha bajarê Urmiyê hatibûne veguhastin. 

Pêka rapora Nûçegihaniya Hêranayê, girtiyekî din ê bi navê “Mêysem Sadiqî” Ku hevdem digel wan du girtiyan bo cîbecîkirina cezaya îdamkirinê, bo odeya take kesî hatibû veguhastin bi lêbihorîna malbata kesê ku hatibû kuştin, bo benda girtîgehê hatiye veguhastin.

Cîbicîkirina hukmê zezaya wan du girtiyan heta dema belavbûna vê nûçeyê, ji aliyê ragihandinên navxwe û herwisa çavkaniyên fermî nehatiye ragihandin.