Du giritiyên Kurd yên di girtîgeha bajarê Sine de bê qerar in

19:52 - 21 Çirriya paşîn 2018
Ajansa Kurdpa: Du girtiyên Kurd yên xelkê bajarê Kamyaranê ev du sal in ku, di girtîgeha bajarê Sine de hepsî ne, û heya niha jî çarenivîsa van nediyare.

Li gorî nûçeya ku gihîştiye Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, du girtiyên Kurd yên bi navên “Heyder Qorbanî” û kurê “Elî” û “Mehmûd Sadiqî” kurê “Arif” xelkê bajarê Kamyaranê di girtîgeha navendî ya bajarê Sine de, piştî derbazbûna du salan bi ser desteserkirina van, heya niha jî bê qerar in.

Li gorî gotina çavkaniyeke agehdar di vê derheqê de, îdareya giştî ya îtila`ata bajarê Sine, destêverdanê di piroseya dosyeya van girtiyên Kurd de dike, û her bi vê sebebê jî, heya niha ev du hevwelatiyên Kurd cezayê van nediyare.

Vê çavkaniyê daye eşkerekirin ku, îdareya îtila`atê bi destêverdan di piroseya dadgehîkirina van du girtiyên Kurd de, hewl dide da ku cezayeke giran bi ser van du hevwelatiyên Kurd de bisepîne.

Hêzên îtila`ata hikûmeta Îranê, di dawiya Rezbera sala 1395`an, ev hevwelatiyên Kurd bi tometa alîkarîkirin bo terorkirina hejamrek ji kesên girêdayî hikûmeta Îranê, desteser kirine.

Her di vê pêwendiyê de jî, “Mehmûd Sadiqî” 10 rojan piştî desteserkirina “Heyder Qorbanî” ji aliyê hêzên îtila`atê ve, her bi vê tometê hatibû desteser kirin.