Du endamên Encûmena Sinfî ya Mamosteyên Kurdistan-Seqiz û Zêwiye bi danîna barimteyê ji girtîgehê hatin azadkirin

17:28 - 26 Hezîran 2022

Roja Yekşemî 5ê Pûşperê, “Hisam Xakpûr” û “Ehmed Qadirî” endamên Encûmena Sinfî ya Mamosteyên Kurdistan- Seqiz û Zêwiye, bi danîna barimteyê ji girtîgehê hatin azadkirin.

Ew du çalakvanên sinfî yên mamosteyan bi danîna barimteyê heta dema dadgehîkirinê ji girtîgeha bajarê “Seqiz”ê hatin azadkirin.

“Ehmed Qadirî” roja Çarşemî 25ê Cozerdanê û “Hisam Xakpûr” êvareya roja Pêncşemî 26ê Cozerdanê ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibûne binçavkirin û piştî bi dawîhatina qonaxa lêpêçînê bo girtîgeha bajarê “Seqiz”ê hatibûne veguhastin.

Herwisa roja Şemî 4ê Pêşperê, “Amanc Emînî”, “Zahid Muradî” “Îsmaîl Reyhanî” û “Silêman Ebdî” ji endamên Encûmena Sinfî ya Mamosteyên Kurdistan- Seqiz bi danîna barimteyê ji girtîgeha bajarê Seqizê hatibûn azadkirin.