Du endamên encûmena “Nojîn” ji aliyê hêzên ewlehî ve hatine binçavkirin

18:52 - 22 Şibat 2022

Roja Duşemî 2`ê Reşemhê, du endamên encûmena “Nojîn” ên bi navên “Peyam Mîrî” temen 36 salî û “Waran (Esira) Mihemednijad” temen 30 salî xelkê gundê “Tengîser” û rûniştiyê bajarê Sineyê, ji aliyê hêzên ewlehî ve hatine binçavkirin.

Ew herdu hevjîn hevdem digel roja zimanê dayîkê ya cîhanî û li dema belavkirina tirakt û postetrên taybet bi wê rojê hatine binçavkirin.

Pêka gotina çavkaniyek agehdar, ew jin û mêr endamên encûmena çandî-civakî ya “Nojîn”ê ne û li yek ji şeqamên bajarê Sineyê, bi bê hebûna ti belgeyek yasayî ji aliyê hêzên ewlehî ve hatine binçavkirin.

Ew çavkaniya diyar dike ku: “Ew du endamên encûmena Nojîn piştî çar demjmêran lêpirsînê, demjimêr 10`ê Şeva 2`ê Reşemê hatine azadkirin.