Du endamên din yên Encûmena Sinfî ya Mamosteyên Kurdistan-Seqiz û Zîwiye, hatine binçavkirin

18:25 - 18 Hezîran 2022

Êvareya roja Pêncşemî 26`ê Cozerdanê, “Hisam Xakpûr û Hesen Rehîmiyan”, ji endamên Encûmena Sinfî ya Mamosteyên Kurdistan-Seqiz û Zîwiye, ji aliyê hêzên ewlehî ve hatine binçavkirin.

Pêka gotina çavkaniyeke agehdar, hêzên ewlehî êrîş kirine ser mala wan du çalakvanên sinfî û bi bê hebûna ti belgeyên yasayî ew binçav kirine.

Herwisa wê çavkaniyê got: “Hêzên ewlehî mala wan du çalakvanên sinfî vekolîne. Herwisa hemû endamên Encûmena Sinfî ya Mamosteyên Kurdistan-Seqiz û Zîwiye, piştî binçavkirinê bo girtîgeha bajarê Seqizê hatine veguhastin”.

Nasnameya çalakvanên sinfî yên bajarê Seqizê ku hatine binçavkirin bi vî awayî hatiye ragihandin: “Awat Rezewî, Tahir Hamidî, Luqman Ellahmuradî, Ehmed Qadirî, Keywan Mihemedî, Xalid Şêxî, Enver Fereczade, Selah Husênî, Xalid Ebdullahî, Mihemed Fetahî, Silêman Ebdî, Ezîz Merzî, Selah Sûrxî, Zahid Muradî, Îsmaîl Yesrabî, Amanc Emînî, Husên Mihemedî, Tahir Qadirzade, Fatih Xefarî, Selah Husênî, Hisam Xakpûr û Hesen Rehîmiyan”.

Herwisa Şêwrayê Hevahengî ya Saziya Sinfiya çandî ya Îranê, bas ji binçavkirina “Merziye Telayî” kiriye.

Ji aliyek din ve, roja Înê 27`ê Cozerdanê, “Aram Mihemedî, Tehsîn Mistefayî, Seyvan Silêmanî û Aram Qadirî”, ji endamên Encûmena Sinfî ya Mamosteyên Kurdistan- Merîwanê, bi misogeriyê hatine azadkirin.  

Ew çar çalakvanê sinfî roja Pêncşemî 26`ê Cozerdanê, ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibûne binçavkirin.