Du ciwanên xelkê gundê “Nêy” a girêdaiy bajarê Merîwanê bi awayê demkî hatin azadkirin

10:25 - 27 Îlon 2019

Ajansa Kurdpa: Du ciwanên Kurd yên xelkê gundê “Nêy” a girêdaiy bajarê Merîwanê, piştî derbazkirina dewrên lêkolînê bi awayê demkî hatin azadkirin.

Li gor agahiyan ku gihîştine Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê,  roja Pêncşemî 26`ê Îlona 2019`an, du ciwanên Kurd yên bi navên “Karo Kawe” temen 25 salî kurê Ebdula û “Sîna Cast” kurê Salar, xelkê gundê “Nêy” a girêdiy bajarê Merîwanê, bi awayê demkî ji girtîgeha wî bajarî hatin azadkirin.

Ev du ciwanên Kurd di dawiya  Xermanana îsal bi bê radest kirina destûra dadgehê ew ji aliyê hêzên  ewlehiyê yên hikûmeta Îranê ve hatibûne desteserkirin, û piştire bo cihekî nediyar veguhastibûn.

Hêzên ewlehiyê ew du ciwanên Kurd, bi tohmeta “alîkarîkirina di gel yek ji partiyên Kurd yên opozisyona hikûmeta Îranê”  desteser kiribûn.