Du ciwanên temen 18 salî ji aliyê hêzên ewlehî ve hatine binçavkirin

17:10 - 3 Çirriya paşîn 2021

Roja Sêşemî 11`ê Xezelwerê, 2 ciwanên temen 18 salî ên bi navên “Sîna(Kerîm) Mînayî” û “Ebdulla Yûsifî”, xelkê gundê “Sewce” yê ser bi bajarê Şinoyê, ji aliyê hêzên ewlehî ve hatine binçavkirin.

Pêka gotina çavkaniyeke agehdar, hêzên ewlehî ew 2 ciwanên Kurd bi bê hebûna ti belgeyeke yasayî binçavkirine, û herwisa “Ebdula Yûsifî” piştî çend demjêmiran hatiye azadkirin.

“Sîna Mînayî” sala 1399an, bi tohmeta “hevkarîkirin digel yek ji partiyên Kurd ên dijberî hikûmeta Îranê”, hatibû binçavkirin û di dawiya lêpirsînê de bi danîna barimteyê hatibû azadkirin.

Heya dema belavbûna wê nûçeyê ji sedema binçavkirin û tohmeta ku bi ser wan 2 ciwanan de hatiye sepandin ti zanyariyek ji ber dest de nîne.