Du ciwanên Kurd dawî bi jiyana xwe anîn

17:44 - 2 Tebax 2020

Roja Şemî 11`ê Gelawêj, ciwanekî Kurd yê bi navê “Nevîd Elahmuradî” xelkê gundê “Îbrahîmava” a ser bi bajarê Dîwanderê bi sedema pirsgirikên malbatî dawî bi jiyana xwe anî.  

Ew ciwanê Kurd ji rêya xwejidarvekirinê ve dawî bi jiyana xwe aniye.

Herwisa roja Înê 10`ê Gelawêj, ciwanek xelkê bajarê Tikabê yê bi navê “Seidûn Sultanî” kurê “Emîn” ji rêya xwejidarvekirin bi sîmê berqê ve, dawî bi jiyana xwe anîbû.

Ew ciwanê Kurd temen 26 salî bû, bi sedema pirsgirikên malbatî dawî bi jiyana xwe anî.