Du ciwanên Kurd bi sedemên nediyar hatine desteserkirin

19:49 - 13 Şibat 2019
Ajansa Kurdpa: Du ciwanên Kurd yên bajarê Kamyaranê, ji aliyê hêzên îtila`atê ve hatine desteserkirin.

Li gorî nûçeya ku gihîştiye Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, di heyama rojên borî de, du ciwanên Kurd yên bi navên “Selah Re`inayî û Hemîd Bêhcetî” ji aliyê hêzên îtila`atê hatine desteserkirin.

Li gorî çavkaniya agehdar ya di vê derheqê de, piştî rojekê lêpirsînê ji Hemîd Bêhcetî, ev li girtîgehê hatiye azadkirin, û hêzên îtila`atê dest bi ser telefona navbirî de girtin e.

Herwisa vê çavkaniyê daye xuyakirin, heya niha jî Selah Re`inayî di girtîngehê de ye, û tu zanyariyek derheq rewşa wî ciwanê Kurd ji ber dest nîne.

Heya niha jî, şopandina malbata “Selah” bo agehdarbûna derheq qedera nabirî bê encam bûye.

Heya belavbûna wê nûçeyê, sedema desteserkirina wan du ciwanên Kurd, tu zanyariyek ber dest nîne.