Du ciwanên Belûç li Îranê hatin qetilkirin

21:40 - 30 Nîsan 2015
Ajansa Kurdpa: Bi kuştina du Belûçan, hejmara hemwelatiyên kuştî ên vê hefteyê ji aliyê hikûmeta Îslamiya Îranê ve, gihîşt bi 6 kesan.

Li gor rapora ajansa nûçegihaniya kurdpa, hêzên leşkerî ên hikûmeta Îranê bi awayekî rasteqîne, 2 welatiyên Belûç li deverên Serbaz û Serawan yên ser bi parêzgeha Sîstan û Belûçistanê, kirin armanca gulleyan û ew qetil kirin.

Tê gotin hêzên leşkerî yên hikûmeta Îslamî ya Îranê bi gumana ku ew hemwelatî barên qaçax vediguhezin, bê muhlet gullan bi serde direşîn in û wan dikuj in.

Kampaniya Çalakvanên Belûç, nasnameya wan du ciwanên hatî qetilkirin, Selîm Belûç xelkê gundê “Dêrgis Deştiyarî” li başûrê Sîstan Belûçistanê û Şebîr Belûçzihî yê 22 salî li gundê “Mohemmedî” yê ser bi beşa navendî ya Serawan ragihand.

Pêwîste bê gotin, destpêka vê hefteyê dîsa 4 hemwelatiyên Belûç, bi gulleyên rasterast yên hêzên ser bi hikûmeta Îslamiya Îranê, li tixûbê Pakistanê hatibûn kuştin û birîndar kirin.

Sala borî jî, ji 22 hemwelatiyên Belûç ku hêzên leşkerî yên hikûmeta Îranê, bi awayekî rasteqîne gulle bi ser de reşandibûn, 15`an jiyana xwe ji dest dabûn û 7 kes jî birîndar bibûn.