Du ciwanê Kurd yên bajarên Dereşar û Pîranşehrê dawî bi jiyana xwe anîn

17:08 - 26 Gulan 2020

Roja Yekşemî 4`ê Cozerdan, ciwanek bi navê “Mihemed Geravend” kurê “Ebaselî”, temen 18 salî û xelkê gundê “Şêxmaxo” a ser bi bajarê Dereşar a bajarê Îlamê, ji rêya xwe şewitandinê ve dawî bi jiyana xwe anî.

Pêka gotina çavkaniyek agehdar, ew ciwane temen 18 salî ye û du heftî beriya niha bi sedema hejarî û bêkarî ve agir berdabû xwe.

Herwisa wî çavkaniyê ragihand: “Mihemed Geravend, werzişvanê guleştê bûye.”

Ji aliyek din ve jî, roja Duşemî, ciwanek yê bi navê “Hasil Altûn” kurê “Celal”, temen 19 salî û xelkê bajarê Pîranşehrê, bi sedema arîşeyên xemokî dawî bi jiyana xwe anî.

Ew ciwanê bajarê Pîranşehrê xelkê gundê “Çiyane” a ser bi bajarê Pîranşehrê bûye û ji rêya xwe lidarvekirinê ve dawî bi jiya xwe aniye.