Du çalakvanên sinfî yên mamosteyan bo îdareya Îtilaatê hatin gazîkirin

17:47 - 8 Hezîran 2022

Roja Yekşemî 17`ê Cozerdanê, “Seywan Silêmanî” endamê Encûmena Sinfî yê mamosteyên Kurdistan- Merîwanê, bo "Stad Xeberî" ya îdareya Îtilaata bajarê "Merîwan"ê hat gazîkirin û rastî lêpêçînê hat.

Herwisa roja Duşemî 16`ê Cozerdanê "Tehsîn Mistefa" endamek din yê Encûmena Sinfî yê mamosteyan bo Stada wê navenda ewlehiyê hatibû gazîkirin.

Hêzên ewlehî givaş xistine li ser ew du çalakvanên sinfî ku divê dawiyê, bi çalakiyên xwe yên li çarçoveya Encûmena Sinfî ya mamosteyên Merîwanê bînin.