Du birayên xelkê bajarê Mihabadê hatine cezadan

18:31 - 17 Kanûna Paşîn 2021

Du welatiyên Kurd yên bi navên “Salar û Saman Xezalî” xelkê bajarê Mihabadê ji aliyê taya 1 a dadgeha şoreş ya wî bajarî ve bi serokayetiya dadwer “Cevad Xulamî” her yek ji wan bi 3 sal û 6 meh girtîgeh hatine cezadan.  

Dadgehê ew du welatiyên Kurd ku birayê yek in bi “hewldan li dijî tenahiya netewî ji rêya endambûn digel yek ji Partiyên Kurdî yên dijberê hikûmeta Îranê û piropagende li dijî nizamê” tawanbar kirine û roja Şemî 27ê Befranbarê cezaya girtîgehê bi wan re hatiye ragihandin. 

Kombûna dadgehîkirina wan du biraya nîveya meha Befranbarê li taya 1 a dadgeha şoreş ya bajarê Mihabadê bi rê ve çûbû.

Roja Çarşemî 26ê Xermananê, hêzên ewlehî bi bê hebûna ti belgeyek yasayî ew du bira bi tohmeta “hevkarîkirin digel yek ji Partiyên Kurdî yên dijberê hikûmeta Îranê” binçav kiribûn.

Ew du birane piştî binçavkirinê bo lêkolînê bo girtîgeha îdareya Îtilaata bajarê Urmiyê û piştî 75 roj lêkolîn bo girtîgeha bajarê Mihabadê hatibûne veguhastin.

“Salar û Saman Xezalî” di heyama binçavkirina xwe de ji “destpêregihîştina bi parêzer û çavpêkevtin digel malbata xwe” bêpar bûn.

“Saman Xezalî” xwendkarê têrma dawî ya karnasiya bilind a civaknasî ya zanîngeha bajarê Birûcirdê ye û “Salar Xezalî” derçûyê karnasiya bilind a şîmî ya zanîngeha Razî a bajarê Kirmaşanê ye.