Du bira ji aliyê hêzên ewlehî ve li bajarê Baneyê hatine binçavkirin

18:27 - 10 Nîsan 2022

Roja Şemî 20`ê Xakelêweyê, du welatiyên Kurd ên bi navên “Rêbîn Rîşî û Ramîn Rîşî” xelkê bajarê Baneyê, ji aliyê hêzên ewlehî ve hatine binçavkirin û piştre bo cihek nexuya hatine veguhastin.

Pêka gotina çavkaniyek agehdar, “Rêbîn Rîşî” dûkana kincdûrînê û “Ramîn Rîşî” dûkana sertaşînê hene û li sêrêya Hemzeava ya bajarê Baneyê bi bê hebûna belgeyên yasayî li cihê karên wan, ji aliyê hêzên ewlehî ve hatine binçavkirin.

Herwisa wê çavkaniyê got: “Ew du birayane piştî binçavkirinê bo cihek nexuya hatine veguhastin û ji qedera wan ti zanyariyek serast ber dest nîne”.

Heya dema belavbûna vê nûçeyê ji sedema binçavkirin û tohmetên ku li ser wan du welatiyên Kurd de hatine sepandin ti zaniyariyek serast li ber dest nîne.