Du bira di bajarê Mihabadê de hatine binçavkirin

17:29 - 27 Îlon 2020

Roja Çarşemî 26`ê Xermananê, du welatiyên Kurd yên bi navên “Salar û Saman Xezalî” xelkê gundê Bêyrem a girêdayê bexşa Xelîfan a ser bi bajarê Mihabadê ji aliyê hêzên ewlehî ve hatine binçavkirin û bo cihekî nexuya hatine veguhastin.

Pêka gotina çavkaniyeke agehdar, hêzên ewlehî bi bê hebûna ti belgeyekî yasayî ew du welatiyên Kurd ku birayê hew in binçav kirie.  

Çavkaniya agehdar ragihand: Hêzên ewlehî mala wan du welatiyên Kurd vekolîne û hindik ji keresteyên kesî yên wan digel xwe birine.

Herwisa wê çavkaniyê ragihand: Tevî lipeykevtina malbata wan du welatiyan di heyama wan 10 rojan de, ew aghedarê rewşa wan nebûne û ti zaniyarî nekarîne bi dest bînin.

Herwisa çavkaniya agehdar got: “Hêzên ewlehî ew du welatiyên Kurd bi tohmeta “alîkarî digel yek ji Partiyên Kurd yên dijberî hikûmeta Îranê binçav kirine”.

Heta dema bilavkirina vê nûçeyê, ji qeder û cihê ragirtina wan du birayên Kurd ti zanyariyek ji ber dest nîne.